Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir

Hate ragihandin ku Îsraîlê rojavayê Himsê bombebaran kiriye û teqîn li nêzî Şamê pêk hatiye.

Îsraîlê careke din êrişî Sûriyeyê kir
29 sibat, 2024   15:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafireke bêmirov a Îsraîlê wesayîteke Hizbullaha Lubnanê bombebaran kiriye.

SOHR`ê da zanîn ku wesayît li gundê Nehriye yê nêzî bajarokê Hoş El Seyd Elî yê li başûrê bajarê Himsê li ser sînorê Sûriye-Lubnanê bû û di encamê de kesek hatiye kuştin.

Hemwextî wê gelek teqîn li nêzî Şamê çêbûn û li gorî tehmînan pergala parastinê ya hewayî bersiva êrişan daye.

(şx)