HPG: Radarek, termalek û mobesseyek hatin îmhakirin

Di çalakiyên gerîla yên li Zapê de sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse ya termal û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

HPG: Radarek, termalek û mobesseyek hatin îmhakirin
29 sibat, 2024   15:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker de Daxuyaniyek da.

Daxuyaniya bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

26'ê Sibatê saet di 14:45 û 17:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê bi rêbaza sûîqestê alavên leşkerî yên dagirkeran hatin îmhakirin. Di vê çalakiyê de sîstemeke radarê, kamerayeke mobesse ya termal û kamerayeke mobesse hatin îmhakirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi droneyên bombebarkirî û teqemeniyên qedexekirî;

27 û 28'ê Sibatê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

26, 27, 28 û 29'ê Sibatê li herêma Garê Neqeba Xêrê, Çemrobotkî, Gûzê û Şiyê 11 caran, li herêma Xakurkê Ava Lolanê, Goşînê 2 caran, li herêma Metînayê Şêlazê, Dergelê, Bazê, Serê Metîna 5 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Girê Bahar, Girê Amediyê 3 caran, li herêma Zapê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 22 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."