Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bûyera li Til El Semenê şermezar kir

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk êrişa li dijî 2 jinên ciwan a li gundê Til El Semen ê Reqayê şermezar kir û bang li jinan kir ku bibin yek û hesabê ji êrişkeran bixwazin da ku rê li pêşiya bûyerên wiha bê girtin.

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bûyera li Til El Semenê şermezar kir
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bûyera li Til El Semenê şermezar kir
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bûyera li Til El Semenê şermezar kir
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bûyera li Til El Semenê şermezar kir
Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk bûyera li Til El Semenê şermezar kir
29 sibat, 2024   15:14
QAMIŞLO

Li ser malperên medyaya dijîtal hin dîmen hatin belavkirin û tê de diyar dibe ku gelek kes li 2 jinên ciwan li gundê Til El Semen dixin. Li hember vê bûyera hov, nerazîbûn zêde bûn.

Li gorî daxuyaniya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî di 28`ê Sibatê de parve kiriye, hêzê piştî bûyerê dest bi lêpirsînê kir û 2 êrişkar girtin û xebatên lêgerînê li dijî kesê sêyemîn berdewam in.

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şaxên Qamişlo, Tebqa, Hesek û Helebê têkildarî mijarê daxuyaniyeke hevbeş da.

Di daxuyaniyê de meclisê sûcên hovane yên li dijî jinan şermezar kirin û destnîşan kir ku zihniyeta baviksalarî qebûl nake jin tev li avakirina xwe û civaka xwe bibe.

Meclisê diyar kir ku ew jî bang dike ku hesab ji sûcdaran bê pirsîn ji bo ku rê li pêşiya van sûcan bê girtin.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Dêrazorê jî daxuyaniyek da. Hevseroka Meclisa Gel a bajarokê Hecîn Ayide El Colan li pêşiya qada Meclisa Gel daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcê li dijî her du jinên ciwan hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku jin her tim bûye qurbana pergalên serdest û zihniyeta baviksalarî û armanca van sûcan kolekirina jinan e.

ANHA

HESEKÊ

TEBQA

DÊRAZOR

QAMIŞLO

Heleb