Îsraîlê aliyekî deriyê Refehê kontrol kir

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê  deriyê sînor ê Refehê yê li aliyê Filistînê kontrol kiriye.

Îsraîlê aliyekî deriyê Refehê kontrol kir
7 gulan, 2024   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Hêzên taybet deriyê sînor ê Refehê yê bi Misirê yê aliyê Filistînê kontrol kir û dest bi lêgerînê kiriye. Hêzên taybet li rojhilatê Refehê li herêmeke diyarker dixebitin. Piraniya niştecihên herêma operasyona leşkerî hatin derxistin."

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate ragihandin ku deriyê Kerem Ebû Salim ê li aliyê din ê Refehê ji ber sedemên ewlehiyê girtî ye. Hate gotin, dema rewşa ewlehiyê baş bide dê derî careke din bê vekirin.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê got, artêşa Îsraîlê deriyê Refehê yê aliyê Filistînê yê di navbera Xeza û Misirê de bi temamî kontrol kiriye û ji ber êrişên li dijî Hemasê derî girtiye.

(bb)