Gundên Minbicê hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Minbicê topbaran kirin. Heta niha 46 gule li gund ketine.

Gundên Minbicê hatin topbarankirin
7 gulan, 2024   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk û çeteyên wê di van kêliyan de gundê Kawiklî yê dikeve rojavayê kantona Minbicê dane ber topan. Li gorî agahiyan heta niha 25 guleyên hawnan li gundê Kawiklî ketine. 

Êrişa li ser gundê Kawiklî dewam dike.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê  saet 05.00’an ê vê sibehê gundên Ewn Dadat û Mihsenlî  yên bakurê kantona Minbicê topbaran kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du gund bi 21 guleyên hawnan hatin topbarankirin.

(bb)