Rojnameyên erebî: Şerê li Xezayê bandor li têkiliyên Şam û Tehranê kir

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de bal kişand ser têkiliyên Îran û Şamê û şerê Hemas û Îsraîlê .

Rojnameyên erebî: Şerê li Xezayê bandor li têkiliyên Şam û Tehranê kir
7 gulan, 2024   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî têkiliyên Îran û hikumeta Şamê, rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Şerê Xeza bandor li têkiliyên Îran û Sûriyeyê kir" weşand.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Tehran plana vekişandina endamên xwe yên Pasdarên û veguhestina biryargehên xwe yên li gundewarê Şamê ber bi herêmên nêzî Lubnanê ve daniye. Hate bi bîrxistin ku ev plan piştî kuştina gelek fermandarên wê di êrişa Îsrîalê de hate dayîn.

Di nûçeyê de hat gotin, şerê li Xezayê bandor li têkiliyên Şam û Îranê kir.  Li gorî nûçeyê, "Piştî ku Şam helwesteke bê alî li hemberî Tehranê girt, têkiliyên her du welatan paş ketin. Di vê çarçoveyê de dûrbûnek di navbera saziyên serokatiyê yên her du welatan de çêbû.". Her wiha destnîşankirin gumanên Tehranê hene ku destê saziyên ewlehiya Şamê di belavkirina agahiyên li ser tevgera efserên Tehranê hene, di heman demê de Tehran bi fikar e ku Şam têkiliyên xwe bi rojava re normalize bike.

’HEMAS SÎNYALÊN HÊRSA MISIR Û QETERÊ FÊM DIKE Û ŞERTÊN AGIRBESTÊ QEBÛL DIKE’

Rojnameya Ereb di weşanên xwe yên îro de cih da şerê Îsaîl û Hemasê û hewldanên agirbestê. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku helwesta Hemasê ya qebûlkirina pêşniyara Misir û Qeterê ya der barê agirbestê de Îsraîl matmayî kir. Hate gotin, Îsraîl helwesta Hemasê bi "Xapandin" wesifand.

Di dewama nûçeyê de hate gotin, çavdêran guhertina ji nişka ve ya helwesta Hemasê wiha şîrove kirin ’Hemas fêm kiriye ku sînyalên hêrsa Misir û Qeterê vê carê cidî ne, ne Qahîre û ne jî Dohayê rêbazê dan û standinên Hemas ên bi navbeynkdaran re qebûl nakin. Ev rêbaz jî rayedarên Misir û Qeter li pêşberî DYA’yê xist şermê."

Li gorî rojnameyê, "Ya girîng ji bo Qahîre ew e ku rê li ber êrişa Îsraîlê ya li ser Refehê bigire, nemaze tê gotin eger êriş li ser Refehê bê kirin dê bi deh hezaran Filistînî derbasî Misirê bibin. Ev jî dê bibe zehmetiyeke mezin li pêşniya Misirê.

(bb)