Îsraîlê 90 dîlgirtiyên filistînî berdan

Di encama lihevkirina di navbera Hemas û Îsraîlê de, 90 dîlgirtiyên jin û zarok ên filistînî hatin berdan.

Îsraîlê 90 dîlgirtiyên filistînî berdan
20 ÇILE, 2025   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh di navbera Hemas û Îsraîlê de lihevkirinek çêbû û di encama lihevkirinê de Hemasê 3 dîlgirtiyên jin yên Îsraîlê berda.

Li beramberî vê jî Îsraîlê 90 dîlgirtiyên jin û zarok ên filistînî ji Girtîgeha Leşkerî ya Oferê ya li Şerîaya Rojava berdan. Hat ragihandin ku ji 90 girtiyên ku hatine berdan 69 jin û 20 jî zarok in. Filistîniyên hatin berdan ji aliyê xizmên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Duh rehîneyên îsraîlî Romi Gonen, Emily Damari û Doron Steinbrecher ên ku zêdetirî 15 mehan di destê Hemasê de bûn, serbest hatibun berdan.