Dewleta Tirk li Tirbespiyê depoya avê bombebaran kir

Balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li bajarê Tirbespiyê depoyeke avê bombebaran kir.

Dewleta Tirk li Tirbespiyê depoya avê bombebaran kir
20 ÇILE, 2025   12:19
QAMIŞLO

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker li gundê Hemara yê başûrê bajarê Tirbespiyê depoya avê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê zerarên madî çêbûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku depoya hatî bombebarankirin çend kîlometreyan nêzî dibistana gund e, ji ber wê tirs di nav xwendekarên dibistanê de çêbû.

(bb)