Îsraîlê 3 top avêtin gundewarê Quneytîrayê

Artêşa Îsraîlê bi 3 topan zeviyên çandiniyê li nêzî bajarokê Semdaniya Rojhilat ê gundewarê Quneytîrayê hedef girtin.

Îsraîlê 3 top avêtin gundewarê Quneytîrayê
11 sibat, 2026   00:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê zeviyên çandiniyê li nêzî bajarokê Semdaniya Rojhilat ê gundewarê Quneytîrayê bi 3 topan topbaran kir, lê tu agahiyên der barê windahî û ziyanan de bi dest neketin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), artêşa Îsraîlê ji destpêka 2026ˊan ve 7 caran xaka Sûriyeyê hedef girtiye.

Ev topbaran, di çarçoveya rageşiya dubare li herêmên sînorî de pêk tên, ev jî li gel şêniyan metirsiyan çêdikin.

(fr)