Sînem Mihemed: Parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê pêwîstiyeke ewlehiyê ye

Nûnera MSDˊê li DYAˊyê diyar kir ku misogeriya mafên Kurdan ne vebijêrkek e, lê hêmaneke bingehîn a pêkanîna aramiya herêmêî û têkoşîna li dijî terorê li Sûriyeyê ye.

Sînem Mihemed: Parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê pêwîstiyeke ewlehiyê ye
11 sibat, 2026   00:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnera Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Sînem Mihemd bal kişand ser girîngiya parastina mafên Kurdan li Sûriyeyê û got ew ne vebijêrkek e, lê pêwîstiyeke ewlehiyê ye.

Sînem têkildarî rûniştina li Kongreya Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê got, "Peyamek zelal bû; paşguhkirina mafên Kurdan bêîstîqrariyê tîne û xeteriya vegera tundrawiyê zêde dike."

Sînem da zanîn ku parastina mafên Kurdan û pêkhateyên din li Sûriyeyê ne mijareke xwecihî ye, lê hêmaneke bingehîn a aramiya xwecihî û têkoşîna dijî terorê ye. Sînem anî ziman ku çi çareseriyeke siyasî ya mayînde li Sûriyeyê bêyî misogeriya mafên Kurdan û rola wan weke şirîkê aktîv bi ser nakeve.

(fr)