Li Reqayê DAIŞˊiyek hat kuştin

QSDˊê li gundewarê Reqayê şaneyeke DAIŞˊê bê bandor kir û çeteyekî DAIŞˊê kuşt.

Li Reqayê DAIŞˊiyek hat kuştin
28 tîrmeh 2024   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku duh, YATˊê li bajarokê Keramê yê Reqayê operasyoneke ewlehiyê li dijî şaneyan pêk anî, di encamê de şaneyeke çeteyên DAIŞˊê bê bandor kir.

Li gorî navendê, operasyon bi piştgiriya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî pêk hat. Navendê diyar kir ku piştî piştgirî û çavdêriya asîmanî ji hêla hêzên Koalîsyona Navneteweyî ve YATˊê cihê veşartina şaneyê nas kir û dorpêçeke ewlehî ferz kir.

Navendê aşkera kir ku bang li endamên şaneyê hat kirin ku xwe radest bikin, lê yek ji çeteyan red kir û bi wê re gule avêtin. Di encamê de pevçûn çêbû û çeteyê bi navê ˊEbû el Harisˊ hat kuştin.

Her wiha navendê destnîşan kir ku YATˊê çeteyekî bi navê Seed Salim El Hemdan girt, çek û alavên leşkerî û alavên peywendiyan ên li gel şaneyê jî desteserkirin û wiha ne:

8 telefonên smart (touch)

Belge û îsbatên takakesî

3 telefonên normal

Dabanceyeke glock

Routerek (WIFI)

(fr)