‘Îsraîl asayîbûna Sûriyeyê dixwaze’

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar bal kişand ser mijara asayîbûna bi Sûriyeyê re û got: "Îsraîl eleqeyê nîşanî berfirehbûna xeleka asayîbûnê û aştiyê ya peymanên Abraham re dide.”

‘Îsraîl asayîbûna Sûriyeyê dixwaze’
30 hezîran, 2025   13:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar roja Duşemê di civîna çapemeniyê de anî ziman ku welatê wî 'eleqeyê' nîşanî asayîbûna têkiliyên bi Sûriye û Lubnanê re dide ku di çarçoveya peymanên Abraham pêk were.

Saar got: "Îsraîl berjewendiyên xwe yên ewlekariyê yên bingehîn diparêze. Tevlîkirina cîranên me Sûriye û Lubnanê li nava xeleka asayîbûnê û aştiyê li berjewendiyên me tê."