Îsraîl: 2 fermandarên Hizbullahê hatine kuştin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên hewayî yên li başûrê Lubnanê de 2 fermandarên hêzên Hizbullahê hatine kuştin.

Îsraîl: 2 fermandarên Hizbullahê hatine kuştin
30 îlon, 2025   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee li ser medyaya dîjîtal ragihand: "Hêzên me fermandarê yekîneya topavêj Mihemed Ebas Şhashua li herêma Soxemor ê başûrê Lubnanê hedef girt û kuşt."

Adraee got: "Shashua di dema şer de xetên avêtina rokêtan ber bi Kiryat Shmona û Colanê ve bi pêş xistin û di demên dawî de jî ji bo nûkirina binesaziya terorîstan li başûrê Lubnanê û pêkanîna planan li dijî hêzên me, dixebitî."

Adraee ragihand ku Mihemed Hisên Yasîn ku efserekî mezin ê yekîneya topavêj a Hizbullahê ya li herêma Şiqeyêf kuştiye û got: "Wî li herêma Celîl û Kiryat Shmona planên terorîst bi pêş dixstin û li ser vegerandina şiyana yekîneyê li herêma Şiqeyêf û veguhastina çekên başûrê çemê El Lîtanî dixebitî."

(fr)