Îranê girtiyekî din darve kir

Dewleta Îranê girtiyê siyasî yê Beluc Elyas Zênedînî bi darve kir.

Îranê girtiyekî din darve kir
30 gulan, 2026   12:17
NAVENDA NÛÇEYAN 

Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Zahedan a li Îranê Beluc Elyas Zênedînî bi rengekî veşartî bi darve kir.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, bi îdiaya “muharebe” û “kuştina wezîfedarê ewlehiyê” der barê Elyas Zênedînî biryara darvekirinê hatibû dayîn. Bêyî ku agahî bê dayîna malbata wî, hate bi darvekirin.