Li Reqa û Dêrazorê bi hezaran mal di bin avê de mane

Ji ber lehiyê li Dêrazorê 2 hezar û 400 malbat bûn mexdûr, li Reqayê jî hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê bin av bûn.

Li Reqa û Dêrazorê bi hezaran mal di bin avê de mane
30 gulan, 2026   11:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bêyî agahdariyeke fermî devikê bendavan vekirin, asta ava çemê Firatê bilind bû. Di encamê de li Dêrazor û Reqayê lehî rabû. Li gorî saziyên têkildarî, herîka ava çemê Firatê ku ji Tirkiyeyê tê bûye di saniyekî de 2000 metrekab e.

Ji ber zêdebûna ava çemê Firatê ku nêzî 3 metereyan bilind bûye, li her du qiraxên çem qadên fireh ên çandiniyê û mal di bin avê de man. Li Dêrazorê tenê nêzî 2 hezar û 400 malbatan zerar dîtin, her wiha derdora hezar û 500 donim zeviyên çandiniyê li gundewarên rojavayê Reqayê zerar dîtin.

Her wiha gelek herêm hatin valakirin, nêzî 50 stasyonên avê û ceyranê ji xizmetê derketin. Li Dêrazorê 3 bendên sereke yên axî hilweşiyan û rêya di navbera qiraxên rojava û rojhilat ên çem de qut bûn. Kampên li nêzî çem jî piştî ku av derbasî wan bûn, zerar dîtin. Ji ber lehiyê derdora hezar û 600 malbat xwe xwe navendên koçberiyê girtine an jî çûne cem xizmên xwe. Metirsî hene lehî deverên dîtir bide ber xwe.

Şênî ku rewşa  gundên li ber lehiyê çûne bi "Trajedîk" bi nav dikin, neçar mane bi rêbazên kevin bendên axî çêbikin da ku malên xwe biparêzin.

Lehiyê ku rê û pirên girîng da ber xwe, bû sedem ku gelek gund ji hev qut bibin û şênî neçar bimînin ku qeyikan bi kar bînin. Di heman demê de lehî bandor li xebata çandinî û bazirgnaiyê kir.

Li gorî cotkaran, ji ber zerarên li zeviyên genim û sebzeyan bûne, wan heya niha bi qasî sed hezar dolar xisrar dîtine. Di heman demê de jenartorên çandiniyê yên li ber çem xirab bûne.

Şêniyan banga lezgîn a avakirina komîteyên tesbîtkirina zeraran, dayîna tawîzan û sererastkirina binesaziyê kir.

(bb)