Îranê êrişî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir

Îranê vê êvarê êriş bir ser baregeha El Udeyd a Amerîkayê ya li Qeterê kir, bi wê re li baregeha Eyn Esed Amerîkayê ya li parêzgeha Enbarê ya Iraqê pergela parastina hewayî hat aktîvkirin û hêzên Amerîkayê ketin veşartgehan li baregehê.

Îranê êrişî baregeha Amerîkayê ya li Qeterê kir
23 hezîran, 2025   20:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rueters’ê, ku agahiyên xwe dispêre nûçegihanê kanala El Arebeiye, pergala parastina hewayî ya baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê ya li rojavayê Iraqê hat aktîvkirin, hêzên Amerîkayê yên li baregehê ketin binerdan. 

Li gorî AFP’ê û Rueters’ê, hemwextî vê yekê, hat gotin ku li asîmana paytexta Qehterê Dohayê dengê teqînan hat bihîstin.

Li aliyekî din jî platforma Axios diyar kir ku Îranê 6 moşek avêtin baregehên Amerîkayê yên li Qeterê. Kanala fermî ya Îranê jî ragihand ku li dijî baregeha El Udeyd ku yek ji girîngtirîn baregehên leşkerî yên Amerîkayê li herêma Kendavê ye, dest bi "operasyonên mizgînniya vekirinê" hate kirin.

Ev pêşdeçûn, di demekê de ku aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de zêde dibin pêk tên, her wiha li gel wê metirsî hene ku rûbera rûbirûbûnê ber bi eniyên herêmî ve berfireh bibe.

(fr)