Efûya Navnetewî bang li Îranê kir: Li hember êrişan girtiyan biparêze

Rêxistina Efûya Navnetewî bi daxuyaniyekê bang li Îranê kir ku girtiyên di girtîgehên xwe de ji êrişên Îsraîlê biparêze.

Efûya Navnetewî bang li Îranê kir: Li hember êrişan girtiyan biparêze
23 hezîran, 2025   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Efûya Navnetewî (Amnesty International) bang li rayedarên Îranê kir ku girtiyên bi keyfî hatine girtin berdin û girtiyên din ji deverên ku di bin xeteriya êrişên Îsraîlê de ne, derxin.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin; “Hêzên ewlehiya girtîgehan divê tu carî li dijî girtiyên di tengasiyê de hêz an çekên agirîn bi kar neynin.”

Rêxistinê her wiha fikara xwe ya kûr li ser wêne û raporên êrişên Îsraîlê yên li ser Girtîgeha Evînê, ku gelek parêzvanên mafên mirovan lê girtî ne, anî ziman.

Amnesty bi bîr xist ku li gorî hiqûqa mirovî ya navnetewî, êrişên bi zanebûn li ser hedefên sivîl sûcê şerin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku divê rayedarên girtîgehê li dijî girtiyên di bin stresê de hêzê bi kar neynin.

Îro Îsraîlê êrişî Girtîgeha Evîn a Îranê kir, ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin.