Îran, Tirkiye û Efganistan ji bo rojnamevanan welatên herî xeternak in

Li gorî Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas Îran, Tirkiye û Efganistan ji bo rojnamevanan welatên herî xeternak in.

Îran, Tirkiye û Efganistan ji bo rojnamevanan welatên herî xeternak in
2 ÇILE, 2024   15:52
NAVENDA NÛÇEYAN

 Di raporeke Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas de hate destnîşankirin ku di lûtkeya welatên ji bo rojnamevanan xeternak de Tirkiye, Îran û Efganistan heye. Li Îran û Tirkiyeyê sala 2023'yan hejmara herî zêde ya rojnamevanan hatiye girtin.

Di raporê de hate diyarkirin ku li Efganistanê ji dema Talîbanê hatiye ser desthilatê di Tebaxa 2021'an de tundiya li ser dezgehên çapemeniyê yên serbixwe û girtina rojnamevanan bi hincetên cuda zêde bûye. Êdî xebatên rojnamevaniyê li welêt gelek zehmet bûye ku di 2021'an de 21 rojnamevan hatin girtin.

Her wiha di raporê de hate destnîşankirin ku li Çînê 121 rojnamevan, li Myanmarê 69 rojnamevan girtî ne. Rûsyayê jî 34 rojnamevan destgîr kirin û ji wan 29 hîna girtî ne.

Rêxistinê di raporê de da zanîn ku di sala 2023'yan de 779 rojnamevan hatine destgîrkirin û heta niha 547 ji wan li 45 dewletan girtî ne.

(şx)