Xelkê Amûdê: Emê bi berxwedanê êrîşên dagirkeriyê têk bibin

Şêniyên Amûdê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,diherikin bin konê çalakiyê.

Xelkê Amûdê: Emê bi berxwedanê êrîşên dagirkeriyê têk bibin
Xelkê Amûdê: Emê bi berxwedanê êrîşên dagirkeriyê têk bibin
Xelkê Amûdê: Emê bi berxwedanê êrîşên dagirkeriyê têk bibin
Xelkê Amûdê: Emê bi berxwedanê êrîşên dagirkeriyê têk bibin
Xelkê Amûdê: Emê bi berxwedanê êrîşên dagirkeriyê têk bibin
2 ÇILE, 2024   15:25
QAMIŞLO

Di çarçoveya çalakiyên şêneyên kantona Cizîrzê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, ev 2 rojn xelkê navçeya Amûdê diherikin bin konê çalakiyê yê li pêşiya saziya çandiniyê ya navçeya Amûdê hatiye vedan. 

Îro jî xelkê bajarokê Çaxirliyê tevlî sazî û komînên wê, kongra star,meclisa navçeyê, mamoste û rewşenbîr beşdarî konê çalakiyê bûn.

Di bin konê çalakiyê de diruşmeyên ``Berxwedan jiyane`` û ``Bijî berxwedana Rojava`` hatin berzkirin.

Welatiyê ji navçeya Amûdê yê bi navê Mihemed Seîd di bin konê çalakiyê de axivî û balkişand li ser siyaseta dewleta Tirk û got: “Dewleta Tirk a dagirker xwe li ser qirkirin û tinebûna gelan dide avakirin, ji ber wê her bi berdewam êrîşên xwe li dijî herêm û gelên me pêk tîne.

Mihemed di dawiya axaftina xwe de peyama xwe wiha da: Îro li Rojava deskeftî û gavên serkeftî yên ku hatine avêtin bi saya şehîdên me û tevgera azadiyê ye, emê her tim van serkeftin, deskeftî û şoreşa Rojava biparêzin.

Li ser navê rêveberiya dibistanan a naçeya Amûdê jî Hena Xalid axaftin kir, Hena di axaftina xwe de destnîşankir ku dewleta Tirk bi rengekî dûrî nirxên exlaqî êrîşî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û got: Armanca dewleta Tirk a dagirker ji van êrîşan ewe ku projeya rêveberiya xweser û netewa demokratîk têk bibe.

Hena bê dengiya hêzên navnetewî û rêxistinên mirovî li hemberî kiryar û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî  avahîsaziyên herêmê şermezar kir û got:  bê dengî û bê helwestmayîna hêzên navnetewî li hemberî êrîşên dagirkeriyê ev yek dûrî nirxên civakî û mirovahiyê ne.

(lî)

ANHA