Şêx Ubeydellah El Qadirî El Huseynî hat oxirkirin

Cenazeyê şêxê terîqeta El Qadiriyê Ubuydellah El Qadirî li navçeya Amûdê ya kantona Cizîrê ji aliyê girseya gel ve hat oxirkirin.

2 ÇILE, 2024   16:41
QAMIŞLO

Şêniyên herêmê, nûnerên Kongreya Îslama Demokratîk, oldar, şêx û murîdên terîqeta El Qadiriyê, serokeşîr û rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên seranserî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Sûriyeyê, cenazeyê şêxê terîqeta El Qadiriyê Ubeydellah El Qadirî oxir kir.

Şêx Ubeydellah El Qadirî El Huseynî duh bi temenê 80 salî ji ber nexweşiyê li navçeya Amûdê çû ser dilovaniya xwedê.

Cenazeyê şêx ji mala wî ya li nêzî navenda navçeyê hate wergirtin û ber bi mizgefta mezin ve kete rê ku li ser nimêj bikin û dûre li navçeyê oxir bikin.

Konê sersaxiyê li pêşiya mala şêx hatiye vedan û çaverê ye şande ji seranserî Sûriye û derveyî wê beşdarî konê sersaxiyê bin.

(mh)

ANHA