Hûsiyan 20 karmendên NYˊyê girtin

Koma Hûsî ya Yemenê hejmarek karmendên NYˊyê di serdegirtina avahiyek wê de girtin û ew bi sîxûrtiya ji bo Îsraîlê tawanbar kirin. Hûsiyan hin ji wan berdan, lê hîna 20 karmendên din girtî ne.

Hûsiyan 20 karmendên NYˊyê girtin
19 cotmeh, 2025   22:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Hûsiyan li Senayê, di serdegirtina avahiyek girêdayî NYˊyê de, bi tawana sîxûrtiya ji bo Îsraîlê, hejmarek karmendên Newteweyên Yekbûyî girtin.

Çavkaniyek ji NY diyar kir ku Hûsiyan 11 karmendên xwecihî piştî lêpirsîna wan û daxwazkirina ji wan ku sozek îmze bikin ku bêyî destûra pêşwext ji paytextê dernekevin, berdan. Her wiha hîn jî 20 karmendên din, di nav de 15 biyanî û 5 Yemenî, di bin çavan de ne.

Ev pêşdeçûn piştî Sekreterê Giştî yê NY António Guterres, tohmetên Hûsiyan red kirin pêk hat. Hûsiyan karmendên NYˊyê bi kiryarên sîxûrtî û sîûqastkirina serkirdeyên komê, ji nav serokê hikumeta wê Ehmed El Xalid El Rehwî, tawanbar kiribûn.

(ac/fr)

ANHA