Koçberên Serêkaniyê doza vegera bi ewle dikin

Koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Til Temir dimînin, diyar kir ku li gel hebûna dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ew nikarin vegerin warê xwe. Koçberan destnîşan kir ku ew vegera bi rûmet û aram dixwazin, ev jî bi derketina dewleta Tirk û çeteyên wê û vegera saziyên Rêveberiya Xweser pêkan e.

Koçberên Serêkaniyê doza vegera bi ewle dikin
20 cotmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Koçberên Serêkaniyê yên li bajarê Til Temir bi cih bûne berdewama dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê ji gund û bajarê xwe re şermezar kirin û gotin ku vegera rast bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê ne mumkine pêk were. Koçberan destnîşan kir ku ji bo karibin vegerin ser warê xwe divê deweleta Tirk û çeteyên wê tevilê ji herêmên wan derkevin û saziyên Rêveberiya Xweser vegerin cihê xwe.

Koçberê bi navê Emîn Ebdo yê ji gundê Reşîdê ya Serêkaniyê derbarê mijarê de hestê xwe wiha derbirî: “Em vegereke bi ewle dixwazin. Divê mafê me û rumeta me parastî be. Tenê em ê di bin rêveberiyeke sivîl a girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk karibin vegerin cih û warê xwe.”

Ebdo, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rewşa koçberiyê ya dijwar û ev tişt anî ziman: “Rewşa koçberiyê pir giran û zehmet e. Lê vegera bi hebûna dewleta Tirk û çeteyên wê metirsîdar e. Em ê wiha venegerin û jiyana zarokên xwe nexin bin xeteriyê de. Tiştek li gund û bajarên me ne hiştine. Ji bo vegera me derketina dewleta Tirk û çeteyên wê şerteke sereke ye.”

Jina koçber a bi navê Necma El Ehmed ya ji bajarê Serêkaniyê têkildarî mijarê got ku bi hebûna dewleta Tirk û çeteyê wê ya li Serêkaniyê ne mumkine em behsa vegerê bikin û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk û çeteyên xwe hîn hemû cûreyên binpêkirinan pêk tînin. Em hebû bi hêviya vegerê de ne. Lê tenê vegerek bi ewle û rumeta me tê de parastî be hêvî dikin.”

Nemca El Ehmed, li ser zehmetiyên jiyanî jî wiha axivî: “Em li vir di rewşeke jiyanî ya zehemt de ne. Tiştek tune ye, em di zoriyê de ne, lê rumeta me parastiye. Xelkên li wir mane rojane bi tirs in û di bin gefa binpêkirina çeteyan de ne. Vegera me divê bi rizgarkirina bajar be.”

Koçberê bi navê Ebdulezîz El Salim ê ji gundê Inêg El Hewa ya Serêknaiyê derbarê mijarê de hestê xwe bi van gotinan anî ziman: “Em vegerê red nakin. Lê vegera ne diyar çawa dibe. Em ji ber dewleta Tirk û çeteyên wê koçber bûne. Bi hebûna wan dê veger çawa pêk were. Gelek binpêkirin pêk anîn, komkujî derheqê gelê me de kirin.”

El Salim, got ku xanî û zeviyên wî di bin dagirkeriya çeteyan de ye û wiha dom kir: “Em li vir di warê koçberiyê de rewşeke dijwar jiyan dikin. Mal û zeviyên min di destê çeteyên de ye. Em vegera tê de bi tirs jiyan bikin, naxwazin. Ji bo vegera me aram û bi ewle be, divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajar û gundên me derkevin. Wê demê û dema qanûn serwer be, em ê karibin vegerin. Ne wekî niha çek li wir hakim e.”

El Salim di dawiya axaftina xwe de bang li hêzên navdewletî kir ku erka xwe beranberî koçberan û doza wan pêk bînin, riya vegera bi ewle ji wan re dabîn bikin.

(dc)

ANHA