2 çete li rojavayê Helebê hatin kuştin 

Di êrişa balafireke xwekuj a hikumeta Şamê de li rojavayê Helebê 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

2 çete li rojavayê Helebê hatin kuştin 
27 gulan, 2024   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke xwekuj a hêzên hikumeta Şamê li eniya Mekilbîs Bilênta ya li rojavayê Helebê bombebaran kir. Di encamê de 2 çeteyên "Feyleq El Şam" hatin kuştin û 2 çete jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di encama bombebaranê de agir bi zeviyên gundê Bilênta ketiye.

Hemwextî wê, hêzên hikumeta Şamê bi moşekan erebeyeke sivîl li nêzî bajarokê Darêt Izey ê Helebê bombebaran kir.

Hêzên hikumeta şamê vê sibê bi 4 balafirên xwekuj, eniya Inkawî ya deşta Xabê ya Hemayê bombebaran kiribû.

(şx)