HPG: Balafireke bê mirov a dewleta Tirk hat xistin

HPG’ê ragihand ku gerîlayan li Asosê balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker xist.

HPG: Balafireke bê mirov a dewleta Tirk hat xistin
8 hezîran, 2024   15:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku gerîlayan li Asosê balafireke bê mirov a dewleta Tirk a dagirker xist.

Di daxuyaniyekê de ev agahî hatin parvekirin: “6’ê Hezîranê di saet 23.00’an de SÎHA ya bi ANKA ya ayîdê dewleta Tirk li asîmanên Asosê difiriya. Hêzên me yên gerîla derbe li balafira bê mirov û bi çek da û xiste xwarê.

Hate tespîtkirin ku SÎHA ya bi tîpa ANKA ya ji aliyê hêzên me ve hatî xistin, ketiye nêzî bajarê Dukan a rojavayê Asosê.”