Hizbullahê bi 60 moşekan êrişî baregehên Îsraîlê kirin

Hizbullah a Lubnanê ragihand ku bi zêdekirî 60 moşekan li baregehên Îsraîlê daye.

Hizbullahê bi 60 moşekan êrişî baregehên Îsraîlê kirin
24 adar, 2024   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Hizbullah a Lubnanê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê vê sibehê saet di 01.00’an de baregeha moşek û topavêjan ya li devera Yoav û baregeha Kaila (baregaha fermandariya parastina hewayî û moşkekan) bi zêdekir 60 moşekan Katyûşayê topbaran kiriye.

Hizbullah ev êriş wekî bersiva êrişa li dijî bajarê Belebekê nîşan da.

Beriya êrişa Hizbullah artêşa Îsraîlê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir: "Balafirên şer derengiya şevê li herêma Belebek cihekî alavên şer ên Hizbullah bombebaran kir." Hate ragihandin ku di êrişa Îsraîlê de 3 kes birîndar bûne.

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate gotin, nêzî 50 guleyên moşekan ji Lubnanê ber vi bakurê Îsraîlê ve hatin avêtin û hinek gule hatin astengkirin.

Li gorî nûçeya AFP’ê, balafirên Îsraîlê 5 moşek avêtin avahiyeke niştecihbûnê ya du qatî li bajarokê El Asira  li derveyî bajarê Balebek, (navenda Hizbullahê ku ev demek e terk kiribûn). Hate ragihandin ku di encamê de 3 niştecih birîndar bûn.

(bb)