Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin

Şaredariya Gel a bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê dest bi ronîkirina rêyên giştî yên bajêr û xemilandina Qada Jina Azad kir.

Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin
Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin
Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin
Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin
Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin
Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin
Dest bi ronîkirina kolanên Amûdê û Qada Jina Azad hat kirin
2 kanûn, 2025   20:36
AMÛDÊ

Bi despêşxeriya Nivîsgeha Jinan a Şaredariya Gel a bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê, şaredariyê dest bi ronîkirina hejmarek rêyên bajêr kir.

Şaredariyê ji kolana Giştî ya ji Qada Jina Azad ve heta bi Qada Şehîd Cîhad a li naverasta bajêr û kolana şaredariyê çira siwar kirin û Qada Jina Azad bi giştî xemiland.

Ev destpêşxerî ji bo diyarkirina rola jinan di pêşxistina jiyana civakî û nîşandana rûyê şaristanî yê bajarê Amûdê de, pêk tê.

(ac/fr)

ANHA