Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û doza Filistînê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da hilbijaritnên Başûrê Kurdistanê, nêzîkbûna di navbera PDK û YNK’ê, her wiha doza Filistînê.

Hilbijartinên Başûrê Kurdistanê û doza Filistînê rojevên rojnameyên erebî ne
3 hezîran, 2024   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Ereb der barê hilbijartinên Başûrê Kurdistanê de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate gotin, aloziya hilbijartinên Başûrê Kurdistanê ber bi rêya çareseriyê ve diçe, nemaze piştî ku nêzîkbûnek di navbera her du partiyên wê yên sereke (YNK û PDK) de çêbûye.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku PDK’ê ji biryara xwe ya boykutkirina hilbijartinên parlamentoya Başûrê Kurdistanê  paş de vekişiya ku ji ber guhertinên ku Dadgeha Federal a Iraqê di yasaya hilbijartinan de çêkiribû, dabû.

’LÊKOLÎN: JI SEDÎ 60 CIHÛYÊN  LI DYA’YÊ PIŞTGIRIYÊ DIDIN AVAKIRINA DEWLETA FILISTÎNÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat cih da lêkolîneke ku Navenda Quds a Kar û Barên Giştî û Kar û Barên Dewletê weşandiye. Hate gotin "Cihûyên DYA’yî bi nakokiyên dijwar ê di navbera hikumeta wan û Îsraîlê de bi bandor dibin. Helwesta wan ji helwesta raya giştî ya Îsraîlê cuda ye. Ji sedî 52 cihûyên li DYA’y piştgiriyê didin vê yekê eger Îsraîlê bikeveke nava pêvçûneke siyasî bi Koşka Spî re, divê bi rêya rawestandina şandina çekan ji bo wê pêkanîn li ser wê were ferzkirin.

Di dewama nûçeyê de hate gotin " li gorî lêkolînê, ji sedî derdora 12 piştgiriyê didin avakirina dewleta Filistînê. Ji sedî 24 jî piştgiriyê didin Filistîn Îsraîlê bi şertê ku Filistînî Îsraîl wekî dewletek cihû nas bikin. Her wiha ji sedî 20 piştgirîya damezrandina dewletek Filistînî dikin heke bêçek bibe. Lê belê tenê ji sedî 5’ê beşdaran li dijî avakirina dewleteke Fîlîstînî ya bi her rengî derketin. Li gorî heman lêkolînê, ji sedî 16 piştgiriyê didin avakirina federaliyê di navbera Îsral û Filistînê de. Ji sedî 50 piştgiriyê didin avakirina îmareteke filistînî."

(bb)