Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê gundên Siwêda topbaran dike

Hêzên hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ji gelek aliyan ve gundên rojava ên Siwêdayê bi çekên giran û hawanan gulebaran kir.

Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê gundên Siwêda topbaran dike
10 tebax, 2025   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê serê sibê careke din agirbesta li Siwûdayê hatiye ragihandin binpê kir û ji sê aliyan ve gundê El Mecdel a rojavayê Siwêda bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên hikûmetê di êrişê de doçka û hawan bikar anîn. 

Nûçegihanê me ji Siwdayê ragihand ku hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyê destpêkê  topbaran ji bajaroka El Mezra  pêk anî, aliyên din ên topbaranê ji rojavayê gundê El Mecel pêk hatin.

Li aliyê din jî hêzên hikûmeta veguhêz ên xwe li gundê Rîma Hazim û El Mensûr bi cih kirine, malên welatiyan ên li gundê Etîl bi çekên giran gulebaran kirin. Di encama êrişan de di nava gundiyan de tirsek mezin çêbû.

Gundiyên  ku berî demek ne pir dirêj komkujiyên mezin li bi çavên xwe dîtin, bi fikar in êriş berfireh bibin û careke din komkujî dubare bibin. Ev di demekê de hikûmeta veguhêz û çekdarên girêdayî wê li dijî parêzgeha Siwêda dorpêçeke mezin feriz kirine. Rê nadin madeyên jiyanî derbasî parêzgehê werin kirin.

Piştî şerê 13’ê Tîrmehê di navbera hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê, çekdarên girêdayî wê û çekdarên xwecihî yên durzî şerekî mezin rû da. Di encamê de hezar û 568 kes hatin kuştin. Ji wan 349 kes hatin tesfiyekirin. Piştî komkujiyê bi navbênkariya hêzên navdewletî di 19’ê tîrmehê de agirbest hate ragihandin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Siwêdayê Tariq El Şûfî ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku çekdarên hikûmeta veguhêz li gelek eniyên Siwêdayê agirbestê binpê dikin. El Şûfî, tekez kir ku ew ê herêmên xwe biparêzin û di heman demê de ew ê pabendî peyman û yasayên navdewletî bin.

El Şûfî, diyar kir ku ji bo misogerya dosya ewlehiyê ew amade ne bi Koalîsyona Navdewletî  ya li dijî DAIŞ’ê û hêzên din ên navdewletî re di nava kordîneyê bin.

(dc)