Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî

Rojnameyê erebî Konferansa Yekhelwesta pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî xaleke werçerxê di dîmena siyasî ya Sûriyeyê de û gaveke ber bi avakirina dewleta sivîl a demokatîk a pirrengiya çandî ve nirxand. Rojnameyan her wiha destnîşan kir ku nêzîkatiyên dewleta Tirk terzî pêvajoya aştiyê ya bi PKK’ê re dimeşin.

Di hefteyekê de rojevên rojnameyên erebî
10 tebax, 2025   09:02
 NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî cih dan konferansa "Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê", nêzîktiyên dewleta Tirk ên der barê pêvajoya aştiyê ya bi PKK’ê re, her wiha rewşa Filistînê.

Rojnameya El Erebî El Cedîd  konferansa "Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi "meyleke zelal a ber bi yekrêziya li hemberî cudekarî û zulma ku li ser tevahî sûriyeyan hatiye meşandin ve" ve nirxand.

Rojnameyê konferans wekî platforma yekkirina helwestan di demekê de ku li Sûriyeyê arîşeyên mezin hene" pênase kir û da zanîn ku tevlêbûna mezin a konferansê daxwawza rasteqîn a avakirina siberojeke demokratîk a hevbeş nîşan dide.

Li gorî rojnameyê, çavdêr dibînin ku ev pêngav dê helwesta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dan û standinên bê be xurt bike. Di heman demê de ê dewletên garantor neçar bike ku zextê li Şamê bikin da ku pergala nenavendî qebûl bike ku mafên kêmneteweyan mîsoger bike û li ber siyastên dûrxistinê yên ku bi salên dirêj bandor li tevna civakî ya Sûriyeyê kiriye bigire. Hate gotin, beşdarên konfernasê hêvî dikin ku edaleteke veguhêz a rasteqîn were destpêkirin ku li ber binpêkirinên bigire û li ber pêvajoya nû ya yekitî û lihevhatina nîştimanî veke.

Rojnameyê diyar kir ku "konferans xaleke werçerxê di dîmena siyasî ya Sûriyeyê de ye, her wiha gaveke ber bi avakirina dewleta sivîl a demokatîk a pirrengiya çandî ve ye, ku tevahî pêkhate di çarçoveya rêzdarî, tevkariya nîştimanî ya rasteqîn de hemaheng bin.

‘TEVGERÊN LEŞKERÎ YÊN TIRKIYEYÊ YÊN LI BAKURÊ IRAQÊ BEROVAJÎ PÊVAJOYA AŞTIYÊ NE’

Rojnameya El Ereb a li Londonê nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên pêvajoya aştiyê ya bi PKK’ê re bi "nakokiyeke aşkera" pênase kir. Hate gotin, tevî hewldanên siyasî jî rageşiyeke leşkerî ya berbiçav li Bakurê Kurdistanê heye, ev yek jî pirsên cidî li ser niyetên Enqereyê yên parastina hebûna xwe ya leşkerî li axa Iraqê piştî bidawîbûna pevçûnê, derdixe holê.

Rojnameyê îşaret pê kir ku tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê rasterast bi pêvajoya kêmkirina rageşiyê re nakok in. Hate diyarkirin ji ber van nêzîkatiyan rexne ne tenê li Enqereyê, di heman demê de li hikumeta Iraqê jî têne kirin.

Li gorî rojnameyê, aliyên xwecih ên Iraqê, hikumetê tawanbar dikin ku nêzîkatiyên wê yên bi Tirkiyeyê re nerm in û serdestiya wê were binpêkirin, dîsa ji bo vekişîna hêzên Tirkiyeyê û rakirina baregehên wan ji axa Iraqê, helwesteke hişk nîşan nade.

Hate diyarkirin ku li gorî çavdêran hebûna Tirkiyeyê ya li Iraqê xetên sor derbas kirin, zêdetirî 22 baregehên leşkerî û bi hezaran leşkerên Tirk li Iraqê hene ku sûcên herî mezin ên koçberkirina şêniyan kirine û zêdetirî 50 gundên li parêzgeha Dihokê wêran kirine.

ALOZIYA MIROVÎ YA LI XEZAYÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset bal kişand ser felaket û rewşa mirovî ya li herêma Xezayê û birçîbûna ji ber dorpêçê li wir çêbûye û diyar kir ku birçîkirin bi zanebûn li ser gelê Xezayê hatiye ferzkirin. Rojnameyê di nivîsa xwe de pirsên “Çima rewş gihaştiye vê astê? Rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî li ku ne? Çi qas wêne ji cîhanê re pêwîst in da ku rastiya li wir bibînin?” kirin.

(bb)