Hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir. Her wiha berpirsekî saktora tenduristiyê diyar kir ku êdî biha li ser dermanfiroşan barek e, lê kêlek wê jî berpirs barê li ser welatiyan paşguh kir.

Hikumeta Şamê bihaya dermanan sedî 100 bilind kir
6 kanûn 2023   15:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê şaxê Şamê ya Sendîkaya Dermanxaneyan Hesen Dêrewan ji rojnameya El Weten a ji hikumeta Şamê ve nêz e axivî û got rêjeya bilindkirina dermanan li gorî lîsteya Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ye û rêjeya wan di navbera 70 heta 100 ji sedî ye.

(fr)