Saziyên civakî banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir

Saziyên civakî bang li rêxistinên hiqûqî û aliyên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan a piştî erdheja li bajarê Borsa bûye ku girtîgeha Îmraliyê li wir e, aşkera bikin.

Saziyên civakî banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
Saziyên civakî banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
Saziyên civakî banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
Saziyên civakî banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
Saziyên civakî banga aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan kir
6 kanûn 2023   15:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya rêzeçalakiyên banga aşkerakirina tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan a piştî erdheja li Borsa yê Tirkiyeyê bûye de saziyên civakî daxuyaniyên cuda dan.

HELEB

Meclisa Mablatên Şehîdan a Helebê li pêş navenda meclisê ya li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya dehan endamên meclisê daxuyaniyek da. Hevseroka meclisê Rewşan Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin di 04.12.2023′yan de li deryaya Mermerê ku li wir girava Îmraliyê heye û Rêber Abdullah Ocalan tê de ye, erdhej çêbû. Lê gelên banga azadiya wî ya fîzîkî dikin tu agahî li ser rewşa wî wernegirtin.

Di daxuyaniya meclisê de hate destnîşankirin ku hîna dewleta Tirk sûcên xwe di girtîgehan de dewam dike, bi wê re tevahî rêgezên mafên mirovan, mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Di dawiya daxuyaniyê de rola CPT′yê ya neyênî û tevahî saziyên hiqûqî yên navneteweyî hate şermezarkirin û tevahî rêxistinên civata navneteweyî li hember rewşa Rêber Abdullah Ocalan berpirs in.

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Koçer a Qamişloyê bi beşdariya endamên saziyên sivîl û xizmetguzarî, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Kongra Star û endamên Yekitiya Jinên Ciwan daxuyaniyek li pêş navenda meclisê da.

Endama meclisê Rewa El Cilod daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin komploya navneteweyî ya li dijî vîna gelê Kurd di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de ji 26 salan ve dewam dike û civata navneteweyî li hember vê yekê, da ku berjewendiyên xwe bi dewleta Tirk re biparêzin, bê deng e.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan, cezayên dîsplînê û qedexeya hevdîtina pê re ji zêdetirî 33 mehan ve li gel milyonan welatiyan fikaran çêdike, bi taybet piştî erdhejê li Borsa yê Tirkiyeyê çêbûye. Divê li hember vê yekê komîteyên hiqûqî zextê li dewleta Tirk bikin u çarenûsa Rêber Abdullah Ocalan were aşkerakirin.

Di daxuyaniya meclisê de hate gotin siyaseta li Îmraliyê tê meşandin, têkbirina çand û berxwedana azadiyê ye, lê Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand navendeke ronahiyê. Ji lew re yên îro li ser fikra wî tê dikoşin, pêngavên cîhanî di oxira pêkanîna azadiya w ya fîzîkî de didin destpêkirin.

Di dawiyê de meclisê got ew ê têkoşîn û berxwedana xwe dewam bikin, ji bo ku ji cîhanê re tecrîd û qanûnên ketober ên li Îmraliyê pêk tên aşkera bikin û bang li gelên azadîxwaz hate kirin ku li her derê dakevin qadan û zextê li rêxistinên mirovî bikin ku rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan aşkera bikin.

EYN ÎSA

Têkildarî mijarê bi dehan xelkê navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî der barê aşkerakirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Welatiyê bi navê Mehmûd El Şiblawî li pêş navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Eyn Îsayê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin û bihêlin malbat û parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hevdîtinê bikin da ku rewşa wî ya tenduristî aşkera bikin.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî der barê girtina Rêber Abdullah Ocalan de hate şermezarkirin û hate gotin fikrên Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevah gelên Rojhilata Navîn xelasiya ji zulm û desthilatê ye.

 (fr)

ANHA