Gelê  Şehba ji bo Rêber Abdullah Ocalan li qadan e

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba ji bo wergirtina agahiyekê ji Rêber Abdullah Ocalan daketin qadan.

6 kanûn 2023   15:48
ŞEHBA

Di 4’ê Mijdara 2023′yan de erdhejek bi pileya 5.1 li behra Marmarayê çêbû. Bi erdhejê re gelê Kurd bi gelempêrî derket qadan ji ber ku der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de bi fikar e. 

Bi heman armancê Îro Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba bi dirûşma ji  "Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye" meş hat li darxistin.

Meş bi dirûşma "Silametiya Rêber Apo berpirsyariya navneteweyî ye" hat lidarxistin. Meşa ku bi sedan kesî, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tev lê bûn, ji Çarexêreya navçeya Ehdasê dest pê kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok Jiyan Nabe" hatin berzkirin.

Meş li pêşiya Parka 4'ê Nîsanê ya navçeya Ehdasê rawestî.  Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo Axivî. Xedîce diyar kir ku gelê Efrîn û Şehba piştî erdheja ku li Stenbolê rû da, ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan bi fikar e.

Xedîce bêdengiya navneteweyî ya li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, bêdengiya wan nîşaneya tevkariya wan di komploya naveteweyî de ye ku sala 1998′an dest pê kir.

Xedîce Îbo bang li tevahî gelên herêmê kir ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan dakevin qadan.

Li aliyekî din jî endamê Însiyatîfa Parêzeran a Parastina Rêber Abdullah Ocalan a Suriyayê Cebraîl Mistefa bang li pêkhateyan kir ku li hember siyaset û komploya dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelên herêmê hevgirtî bin‏.‏

Cebraîl Mistefa  tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya navneteweyî şermezar kir û got gelên bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan bawer in dê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewma bikin.

(fr)

ANHA