Hikûmeta demkî bi şîrketên taybet re peymanan îmze dike, gel metirsîdar e

Rayedarên hikûmeta demkî peymanan li ser çavkaniyên xwezayî bi şîrketên taybet re îmze dike û gelê Sûriyeyê ditirsin ku her tişt têkeve destê van şîrketên taybet û ziyan bigihîje wan.

Hikûmeta demkî bi şîrketên taybet re peymanan îmze dike, gel metirsîdar e
10 nîsan, 2026   03:45
ŞAM

Rayedarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê têkildarî enerjî û parzûnkirina avê bi şîrketên Erebistana Siûdî ku yek ji wan `Ako Pawer e` re peymanên stratejîk îmze kirine. Serokê hikumeta demkî berî çend rojan biryarname derxist ku dê ji nû ve sazkirina sektorên elektrîk, av û madenê bi riya hinek nûkirinê sazî û şîrketan, ava bikin.

Li gorî nûçeyên ajansa SANA'yê, hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi şîrketên Siûdiyê re li ser projeya parzûkirina ava deryayê, îmze kirin. Dê ava deryayê ya peravên Sûriyeyê paqij bikin û rêbikin Şamê û herêmên başûr. Rayedaran gotin ku ji bo li Sûriyeyê tedbîrên avê werin girtin û jêrzemîn xurt bibe, ev gav tê avêtin.

Her wiha Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê biryarname derxist ku saziyên giştî yên ava vexwarinê û kanalîzasyon bi riya şîrketên giştî yên enerjî û madenan, ji nûve ava bikin. Hikûmetê got ku ew dixwazin saziyên xizmetguzariyê ji nûve birêxistin bikin û çawaniya wan bilind bikin.

Li beramberî van biryarname û projeyan li ser dijîtal medya bertek ji aliyê gelê Sûriyeyê derket. Çalakvan û pisporên aborî yên Sûriyeyê ji bo van biryarname û projeyan li ser platformên dijîtal medya metirsiyên xwe anîn ziman û gotin ku ev proje dibe ku bibin sedema av, enerjî û hemû saktorên xizmetguzariyê  ji bo şîrketan bibin qadên taybet û bi jinûve avakirinê dibe ku çavkaniyên Sûriyeyê radestî şîrketên herêmî û biyanî bikin. Bi vê yekê re dê xizmetguzariyên bingehîn têkevin bin mentiqê qezenckirinê.

Her wiha çalakvanan anîn ziman ku projeyên ji nûve avakirina saziyên giştî dê "reforma îdarî" derbas bike. Rolê dewletê di xizmetguzariyê de ji nûve were pênasekirin û rolê wê derbasî aliyekî dîtir ê rêxistinî dibe, derî li pêşiya şîrketên taybet vedikin ku saktorên herî taybet û hesas di jiyana Sûriyeyan de dikeve destê şîrketên taybet.

Di vê çarçoveyê de pisporekî aborî yê Sûriyeyê ku li derve ye Hayder Hesen ji ajansa me re axivî û got ku: "Eger saktorên hesas mîna elektirîk, petrol û çavkaniyên avê di bin siya rêveberiyeke nû de werin komkirin û hinek kesên nêzî desthilatiya Sûriyeyê û Tirkiyê bi rê ve bibin, dê derî ji polîtîkayên taybetkirina saktoran ku fermî nehatine raghandin, vebikin. Bê ku garantî were dayîn ku hemû mafên hemwelatiyên Sûriyeyê di xizmetguzariyê de werin parastin, ev yek metirsiyan çêdike."

Hesen anî ziman ku: "Tecrûbeya dawî ya fatûrên elektirîkê li herêmên bakurê Sûriyeyê metirsiyan çêdike. Têkildarî mijarên xizmetguzariyê biryarname li ser gel ferz kirin. Bi ruxmî ku gel xwepêşandan li dar xistin jî, lê belê niha fatûra elektirîkê herî kêm ji nîv milyonê lîreyê Sûriyeyî dest pê dike. Li gorî şênî dibêjin elektirîk ne 24 saet e, 2 saetan elektirîk heye û 4 saetan qut dikin."

Pirspor destnîşan kir ku gelo ev saziyên nû dê pirsgirêkên xizmetguzariyê çareser bikin? gotin ku "Eger av bibe mijareke bazirganiyê ev yek dibe ku bibe sedema mesrûf zêde bibe û bandoreke neyînî li feqîran bike. Eger polîtîkaya jinûve avakirina saziyan pêk bînin wê demê dê gelek guhertin di kadroyên rêveber de çêbibe. Kesên ku tecrûbeyên wan hene dê di bin navê ew bi hinek aliyên siyasî ve girêdayî ne, werin paşguhkirin. Kadroyên nû bigrin û mûçeyekî bilind bidin wan. Li gelek saziyên hikûmetê weke bankê karmendên ku xwedî tecrûbeyên xurtbûn hatin paşguhkirin û ji kar dûrxistin."

Çalakvanan li ser dijîtal medya nêrîn û daxuyaniyên endazyar û karkerên ku berê yên di saziyên avê û elektirîkê xistin rojevê de. Endazyar û karkerên berê metirsiyên xwe anîn ziman ku kadroyên berê yên saziyên giştî ji kar bidin seknandin, avakirina torên îdarî yên nû ku bi navendên biryardanê ve girêdayî ne. Ev yek dê bibe sedema ku saktorên giştî bibin taybet ên şîrketan.

Rêveberê Çavkaniyên Mirovan ê niha li saziyeke avê ya Şamê dixebite ku nexwest navê wî were naskirin got ku: "Piştî ku li saziyan rêveberiya nû ava dikin, metirsî zêde bûne. Di biryarnameyê de hatibû gotin ku karker veguhezînin saziyên nû, kar û mafên wan biparêzin. Karker ditirsin dema ku sîstemeke rêveberiyê ya nû were avakirin, karmendên xwedî tecrûbe ji kar dûrbixin an jî wan bên rewşeke ku bi xwe ji kar istîfa bikin û şûna wan kesên ku tecrûbeyên wan di kar de tine ye, têkevin saziyan. Dibe ku destpêkê karmendên kevn ên saziyan ji kar dûrbixin û piştre jî bihabûna avê bilind bikin. Hinek karker ditirsin ku rewşa avê jî bibe weke rewşa elektirîkê. Bi vê yekê re gelek Sûriyeyî dê ava vexwarinê sîstematîk negihîjê wan. Gelek welatî û karker dibêjin demsala havînê gelek herêmên berava Sûriyeyê bê ava vexwarinê dimînin û dê çawa ji beravê avê bikişînin Şamê û başûr?"

Ev mijar ji aliyê gelek kesan ve hate rexnekirin û dibêjin eger pirsgirêka avê li herêma beravê neyê çareserkirin dê çawa avê bikişînin herêmên dîtir. Bi taybet şîrketên taybet dê di van projeyan de bixebitin û mentiqê wan ne xizmeta gel bikin, pey berjewendiyên xwe û mentiqê wan ew e ku qezenc bikin.

Pisporê aborî Hayder Hesen jî ev mijar nirxand û got: "Eger ava deryayê bi riya şîrketên taybet were parzûnkirin dê gelek çavkaniyên xwezayê têkevê destê wan. Li gorî lêkolînên berê yên li Sûriyeyê hatine kirin, dibêjin ku li herêmên beravê ava paqij di binê riwê deryayê de heye. Divê hikûmet lêkolînên fermî bide raya giştî û mekanîzmeyên xebitandina xwe bi şîrketan re zelal bike û garantiya ev çavkanî mulkên dewletê ne, bidin."

Hesen metirsiyên xwe anîn ziman ku çavkaniyên avê yên sereke mîna kaniya El Fîce têkeve destê şîrketên taybet. Şîrket jî li gorî xwe belav bike û bihabûna wê diyar bike.

Hikûmeta demkî jî di daxuyaniyên xwe yên fermî de dibêje ku bi biryarnameyên nû re dê rêveberiya saziyên xizmetguzariyê werin nûkirin, di saziyan de reform çêbibe û çawaniya berhem û belavkirinê bilind bibe. Her wiha bi riya şîrketên derve dê Sûriyeyê ji nûve ava bikin û pirsgirêkên xizmetguzariyê weke av û elektirîkê çareser bikin.

Çalakvan ji berpirsên aborî û pîşeyî dixwazin ku ziraviyên lihevkirinên xwe bi şîrketên taybet re eşkere bikin, mekanîzemeyên diyarkirina bihabûna saktorên xizmetguzariyê zelal bikin, garantiya ku av û elektirîk di bin xizmeta gel de bimîne û nebin aracê bazarî li ser were kirin.

(np)

ANHA