Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin

Di belgeyên daxwaznameya hemwelatîbûnê de, Kurd wekî netewe "Erebî-Sûriyeyî" hatibûn qeydkirin. Piştî rexne û bertekan, peyva "Ereb"  hat rakirin û "Sûriyeyî" tenê hat hiştin.

Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
Piştî bertekan şaştiya di belgeyên hemwelatîbûnê de hat sererastkirin
9 nîsan, 2026   16:00
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Bi hezaran gelê Kurd li Sûriyeyê ji mafê hemwelatîbûnê bê par hatibûn hiştin. Tenê hejmareke kêm ji Kurdan di dema serokê Sûriyeyê Nazim El Qudsî 5`ê Kanûnê sala 1962`an bûn hemwelatiyên Sûriyeyê.

Kurdên ku ne hemwelatiyên Sûriyeyê bûn bi navê "Biyanî" an jî "Mektûm" dihatin pênasekirin. Ji mafên xwe yên sivîl hatibûn mehrûmkirin. Nikarîbûn zanîngehê bixwînin an jî di saziyên dewletê de bixebitin. Mafên wan tine bû ku tiştekî li ser navê xwe qeyd bikin û derbikevin derveyî Sûriyeyê. Ev rewş heyanî 6 sedsalan berdewam kir û bandor li ser gelek keslan kir.

Garantîkirina mafên gelê Kurd û naskirina hebûna wan yek ji bendên lihevkirina 29`ê Çile ya navbera QSD`ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê  bû.

16`ê Çile sala 2016`an Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şeri biryarnameya 13'an a a sala 2016`an derxist. Di biryarnameyê de hemwelatîbûn ji bo Kurdên ku biyanî dihatin naskirin, hat dayîn.

Di çarçoveya bicihanîna biryarnameyê de, Wezareta Hundirîn a hikumeta demkî 6`ê Nîsanê daxwanameyên gelê Kurd ên hemwelatîbûnê pêşwazî kirin. Li gelek bajarên Cizîrê navendên qeydkirina daxwaznameya hemwelatîbûnê hatin vekirin.

Piştî ku qeydkirin dest pê kir mekanîzmeyên pêkanînê ketin rojeva siyasemedar, rewşanbîr û hiqûqnasan. Ji ber hinek kesên ku daxwaznameya hemwelatîbûnê kiribûn xwe bi nasnameya "Erebên Sûriyeyê" qeyd kiribûn. Li beramberî vê yekê bertekên gelê Kurd derket.

Piştî ku ev mijar hate rexnekirin navendên qeydkirinê gotina "Erebî" ji belge rakir û ''Sûriyeyî'' hat hiştin. Êdî Kurdên Sûriyeyê dê weke hemwelatiyên Sûriyeyê xwe qeyd bikin.

Têkildarî vê mijarê çavkaniyekî ji navenda qeydkirinê ya li Stadyuma Şehîdên 12`ê Adarê ji ajansa me re axivî û got:" Pirsgirêk ji ber şaşiyekê derketiye û têgihîştine."

Çavkaniyekî dîtir jî got ku:" Pirsgirêk hatiye çareserkirin û qeydkirin didome."

(np)

ANHA