Hêzên Şamê li Laziqiye, Heleb û Idlibê çete hedef girtin

Di encama êrişên balafirên bêmirov ên hêzên hikumeta Şamê li bakur –rojavayê Sûriyeyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Hêzên Şamê li Laziqiye, Heleb û Idlibê çete hedef girtin
28 sibat, 2024   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajanseke Rûsyayê, di hedefgirtina hêzên Şamê li dijî alavên çeteyên ˊHizb El Îslamî El Turkistanîˊ li bakurê Laziqiyê de 3 çete hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Ajansê da zanîn ku hêzên Şamê dema erebeya çeteyan li ser rêyeke çandiniyê li çiyayê Turkmen li bakur rojhilatê Laziqiyê şopand.

Ajansê diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê bi balafireke bêmirov yekser destwerdan kir û ew erebe hedef girt. Di encamê de erebe hat rûxandin û hate aşkerakirina 3 çete ji nasnameyên ozbekî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî anî ziman ku balafireke xwekuj Xirbet Naqos ê rojavayê Hemayê bombebaran kir, lê tu agahî li ser kuştî û birîndaran bi dest xistin.

Girêdayî heman mijarê çeteyên ˊCeyş El Nesirˊ li Sehil El Xab ê Hemayê leşkerekî hêzên Şamê kuşt, her wiha hêzên Şamê bi moşekan erebeyek li Daretizê yê rojavayê Helebê hedef girt.

(fr)