Sibe li Dêrikê 3 şehîdên Sotoro tên oxirkirin

Xelkê Dêrikê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi merasîmeke heybet cenazeyên 3 şehîdên Sotoro oxir dikin.

Sibe li Dêrikê 3 şehîdên Sotoro tên oxirkirin
28 sibat, 2024   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li dijî 4 erebeyan li Dêrikê de 3 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) û 8 di nav de 6 sivîl birîndar bûn.

Sibe saet 3ˊiyan berêvarê li navenda ciwanan a Dêrikê merasîma her sê şehîdan tê lidarxistin.

Dê cenazeyên Cemîl Hena Hina Hina û Şerbel Neîm Selîba Sewmê l goristana pêkhateya xiristiyan tên oxirkirin û cenazyê şehîd Mizefet Mihemed Mihemed li Goristana Şehîd Xebat Dêrik tê oxirkirin.

(fr)

ANHA