Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin

Siyasetmedarên kantona Minbicê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe avêtin û got ew ê ji bo vê yekê beşdarî hemû çalakiyan bin.

Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
Siyasetmedarên Minbicê îmzeyên xwe avêtin
28 sibat, 2024   17:59
MINBIC

Tevahî beşên civakê û etnîkên wê yên li kantona Minbicê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmzeyên xwe diavêjin.

Têkildarî mijarê Hevseroka Partiya Nûjen û Demokrasiyê Bîsan Fedîl di dema gera komîteyên hemleyê li kolanên bajêr de axivî û wiha got: "Em îro tev li hemleya komkirina îmzeyan a ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bûn. Em endamên partiyê li hember Rêbertî îmze tiştekî herî biçûk e, divê em beşdarî tevahî çalakî û meşan bibin û banga azadiya wî ya fîzîkî bikin."

Hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYDˊê Mehmûd Cimo axivî û wiha got: "Hîma gel a li herêmên me bingeha bilindkirina hemleyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Baweriya gel bi fikrên Rêbert hişt ku tê bikoşe û bi rêya çalakî û meşan banga azadiya wî ya fîzîkî bike."

Cimo diyar kir ku beşdariya girseyî ya avêtina îmzeyan nîşaneya bandora wan bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Endama rêvebera Nivîsgeha Rêxistinî ya PYDˊê Rîm Derwêş wiha axivî: "Em partiyên siyasî bi taybet PYDˊê bi beşdariyeke mezin tedv li hemleya komkirina îmzeyan bûn û me banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî kir."

Rîm wiha domand: "Fikir û felsefeya Rêbertî rêgezên me yên bingehîn e û em dixwazin peyameke bidin ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî girîngiyên me yên pêşîn in. Ji lew re em sedemên hemle û armancên wê şîrove dikin û gel bi pêşwazî û coşeke mezin beşdar dibe."

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê-Meclisa Idlibê Ehmed Şaban jî axivî û wiha got: "Em partiyên siyasî bi erkên xwe yên komkirina îmzeyan radibin. Em di hemleya xwe de heta dengê me bigihîne tevahî cîhanê ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bê, dewam dikin."

Şaban di dawiyê de got divê fikrên Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî girseyî werin belavkirin, ji ber ku dê ev fikir wan ji koletiyê rizgar bikin.

(fr)

ANHA