Hêzên Piştevaniya Lezgîn: Em ji agirbestê re amade ne

Piştî îmzekirina lihevkirinekê bi Hevalbendiya Sivîl re, Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên Sûdanê diyar kir ku ew ji agirbestê re vekirî ye û bang li artêşê kir ku mîna wê bike.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn: Em ji agirbestê re amade ne
3 ÇILE, 2024   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî îmzekirina lihevkirinekê bi Hevalbendiya Sivîl re, Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên Sûdanê diyar kir ku ew ji agirbestê re vekirî ye, her wiha bang li artêşê jî kir ku mîna wê bike. 

Heta niha hewldanên bidawîkirina aloziyê bi navbeynkariya DYA û Siûdiye bi ser neketin.

Hêzên Piştevaniya Lezgîn diyar kir ku bi îmzekirina Danezana Adîs Ababayê heta niha ew pabendî bidawîkirina şer e.

Têkildarî danezanê Hemîdetî gotibû: "Heke artêş heman lihevkirinê pêşkêş bike ez ê niha îmze bikim."

Ruxmî ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn di çend hefteyên dawîn de bûye hêza sereke di aloziyê de, lê belê îhtîmalên dilsoziya Hemîdetî bi ragihandinê ne diyar in.

DYA Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi pêkanîna sûcên li dijî mirovahiyê tawanbar dike. Hemîdetî sêşemê ji ber binpêkirinan lêborîn xwestibû û gotibû dê bi berpirsyarên wan re mijûl bibe.

(şx)