Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin

Rêveberiya Xweser ji bo nirxandina pêşdeçûnên siyasî yên dawîn li qada Sûriyeyê bi xelkê 7 Gundan ê bakurê Dêrazorê re civiya û li xwestekên wan guhdarî kir.

Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin
Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin
Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin
Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin
Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin
Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin
Li Dêrazorê li xwestekên şêniyan hat guhdarîkirin
19 cotmeh, 2025   16:32
DÊRAZOR

Ji bo nîqaşkirina pêşdeçûnên siyasî li qada Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê, li gundê Merat, civînek berfireh ji xelkê 7 Gundên herêma gundewarê bakurê Dêrazorê li dar xist.

Di civînê de nûnerên ji deste, meclisên xwecihî, Meclisa Rêveber a Dêrazorê, fermandarên QSDˊê, nûnerên ji Kombûna Jinan a Zenûbiya û bi dehan şênî amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, dûre Şêwirmenda Meclisa Rêveber a Dêrazorê Delar Derwêş bixêrhatina kesên amade kir. Delal pêşdeçûnên siyasî yên li herêmê û navneteweyî nirxandin û diyar kir ku QSDˊê li hember her astengî û planên bi armanca têkbirina aramiya herêmê disekine.

Li aliyekî din jî, ji fermandarên QSDˊê Nûrî El Xelîl diyar kir ku QSDˊê heta pêkanîna hêviyên gelê Sûriyeyê di têkoşîna xwe de dewam dike û got fedakariyên şehîdan badilhewa naçin û ji bo bidestxistina azadî û rûmeta gel QSDˊê bi hezaran şehî da.

Di civînê de pirsgirêkên rûbirûyî welatiyan tên, wekî xizmetguzariyên ji saziyan tên pêşkêşkirin û nebûna çareseriyan, hatin nîqaşkirin.

Der barê aliyê xizmetguzariyê de, endamê rêveber ê Ykeitiya Şaredariyan a kantona Dêrazorê Mihemed El Butum li daxwazên şêniyan ên wekî kêmasiyên bingehîn ên xizmetguzariyê, nebaşiya binesaziyan, pirsgirêkên perwerdehiyê, av û tenduristiyê guhdarî kir.

El Butum got ew ê li gorî derfetên heyî van pirsgirêkan çareser bikin û bal kişand ser girîngiya beşdarkirina civaka xwecihî di nexşekirina xebatên li bajarok de.

(fr)

ANHA