Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rojên cejnê tedbîr girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina ewlehiya welatiyan li tevahî herêmê di rojên Cejna Qurbanê de gelek tedbîr girtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rojên cejnê tedbîr girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rojên cejnê tedbîr girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rojên cejnê tedbîr girtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo rojên cejnê tedbîr girtin
15 hezîran 2024   16:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gelek rojan ve bendên kontrolên belav kirine, nuqteyên xwe yên sabit li tevahî Herêmê danîne, her wiha hêzên xwe li cihên qerebalix ên li sûkên navendî belav kirine.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser ketina û derketina erebeyan li kanton û bajarên li herêmê kontrol dikin.

Têkildarî mijarê fermandarekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Ehmed axivî û got: "Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hatina her bone û cejnan re li tevahî Herêmê tedbîrên parastina ewlehiya şêniyan digirin."

El Ehmed behsa tedbîrên hêzan ji bo Cejna Qurbanê girtine kir û got: "Nuqte û bandên kontrolê hatin danîn, dewriye hatin zêdekirin, ku şêniyan ji bo her xeteriyekê li ser jiyan wan biparêzin."

(fr)