2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li rojhilatê Dêrazorê mayinek bi erebeyeke hêzên hikumeta Şamê de teqiya û di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
15 hezîran 2024   14:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li çolistana Eşare ya rojhilatê Dêrazorê mayinek bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê de teqiyaye. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Bi vê daneyê re li gorî SOHR`ê di êrişên li çolistana li rojhiatê Dêrezorê de ji destpêka salê ve 429 kes hatine kuştin ku piraniya wan leşkerên hikumeta Şamê û endamên komên alîgirên Îranê ne.

(şx)