'Pirtûkên Rêber Apo bûne çareseriya tevahî pirsgirêkan'

Akadamiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan li Şehbayê xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li dar dixe. Di vê çarçoveyê de beşdaran diyar kir ku parêznameya Sosyolojiya Azadiyê bûye naskirina rastiyê û çararasiya tevahiya pirsgirêkan.

15 hezîran 2024   17:22
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Akadamiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan li Şehbayê xelekên xwendina pareznameyên Rêber Abdullah Ocalan organize dikin. Di vî warî de beşdaran ji ajansa me re axivîn.

Ferîd Şîtka yek ji beşdarên xelekê ye  wiha got: "Ez parêznameya Sosyolojiya Azadiyê dixwînim, pêwîst e ku em pirsgirêkên di nava civakê de tê qewimandin nas bikin. Di parêznameyê de nirxandina pirsgirêka civakê û bi taybet yê gelê kurd tê kirin û çareserî jî tê de hatiye danîn. Ji bo ku gel çawa li hember netewe-dewletê û desthildariyê xwe bi rêxistin bike. Em jî bi xwendina parêznameyê xwe di her qadê de zîrek bikin û parastina xwe bikin û xwe rêxistin bikin."

Her wiha Arif Mihemed got: "Sedema xwendina me ji parêznameyê re ku em fikir û felsefeya Rêber Apo baş nas bikin û di nava civakê de jî belav bikin. Felsefeya Rêber Apo bûye çareseriya pirsgirêka gelê kurd. Em dixwazin di felsefeya Rêber Apo de xwe xutir û kûr bikin."

Şêrîn Hesen jî û wiha got: "Civakên Rojhilata Navîn hewcedarê kesayeteke wek Rêber Abdullah Ocalan e. Ji ber ku fikrên wî pirsgirêkên civakan analîz dikin û çareseriyan pêşkêş dikin. Vê jî hişt ez pirtûk û analîzên wî bixwînim da ku ez xwe nas bikim. Bi naskirina fikirê Rêber Apo re em xwe zêdetir nas dikin."

Mihemed Weys jî destnîşan kir ku armaca wan a sereke naskirina fikir û ramanê Rêber Abdullah Ocalan, gihandin û belavkirina di nava gel de ye  û wiha anî ziman: "Pêwîstiya gelên herêmê bi hemû pêkhateyan bi fikrên Rêber Apo heye, ji ber ku ew hîna rastiya Rêber Abdullah Ocalan û kûrahiya felsefeya wî nizanin. Tiştê ku ew dizanin tenê ew e ku Rêbertî ji bo wan xetekî sor e. Ji ber ku ew ji bo azadiya wan tê dikoşe. Ji ber wê jî pêwîst e em felsefeya wî bidin naskirin. Her wiha belavkirina fikrên wî erka me ye. Da ku tevahî gel felsefeya Rêber Apo nas bike. Ji ber ku felsefeya Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkan e."