Cîgira Yekîtiya Şaredariyan mijara sînemaya Amûdê ronî kir

Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê da zanîn ku sînemaya Amûdê ji aliyê Komîna Film a Rojava ve bi alîkariya saziyên sivîl ên derveyî welat tê avakirin, şaredarî tenê pêk tîne.

Cîgira Yekîtiya Şaredariyan mijara sînemaya Amûdê ronî kir
5 îlon 2024   14:57
QAMISLO

Komîna Film a Rojava bi destekdayîna hin saziyên civakî û alîkariya Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê ji bo bîranîna şehîdên şewata sînemaya bajarê Amûdê (1960), dest bi avakirina sînemayekê kir. Lê piştî weşandina nûçeyê, hin derdoran bi riya medyaya dijîtal gotegot dan destpêkirin. 

Li ser mijarê Cîgira Hevserokatiya Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Umer ji ANHA`yê re axivî û çend xal zelal kirin.

Bêrîvan Umer da zanîn ku peymana avakirina sînemayê di navbera Komîna Film a Rojava û Şaredariya Bajarê Amûdê de hatiye îmzekirin û ev agahî parve kirin: “Saziyên çand û hunerê yên li derveyî welat weke diyarî ev proje pêşkêş kirine. Erka şaredariyê tenê pêkanîn e, beriya qebûlkirina avakirina sînemayê bi komîn, meclis û şaredariyê re nîqaş hatine pêşxistin û hatiye erêkirin.”

Bêrîvan Umer bal kişand ser nîqaşên ku têkildarî avakirina sînemayê derketin û wiha dom kir: “Hinek dibêjin ‘li şûna avakirina sînemayê diviyabû şaredarî xebatên avê û pêwîstiyên din ji bo xelkê li bajêr pêk bîne’. Dema ji bo avakirina projeyên çandî û hunerî derfetek hebe, em naxwazin wan derfetan winda bikin. Lêçûna avakirina sînemayê ne girêdayî Rêveberiya Xweser e û ne jî ji lêçûna salane ya Şaredariya Gel e. Dê ji bo bajarê Amûdê xebatên şaredariyê di milê zift, av û hwd. de berdewam bikin.”

Bêrîvan Umer, destnîşan kir ku avakirina sînemayê wê li ser 2 qonaxan pêk were û lêçûna wê jî 346 hezar û 326 dolar e.

(sb/a)

ANHA