Hezar û 200 penaberên din li Girê Spî bi cih kirin

Desthilata Tirk di Îlonê de hezar û 200 penaberên sûriyeyî ji Tirkiyeyê derxistin û derbasî bajarê Girê Spî yê dagirkirî kir.

Hezar û 200 penaberên din li Girê Spî bi cih kirin
1 cotmeh, 2024   14:26
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ên ji bajarê Girê Spî ragihand ku desthilata Tirk hezar û 200 penaberên sûriyeyî di Îlonê de ji Tirkiyeyê derxistine û bi rêya deriyê sînor ê Girê Spî derbasî bajêr ê dagirkirî kirine û radestî çeteyên "Polîsên Leşkerî" kirin da ku wan di malên koçberan de bi cih bikin.

Bi vê daneyê re, hejmara kesên li bajarê Girê Spî hatine bicihkirin derket 39 hezar û 700 kesan ku ji wan 72 kes ji Iraqê ne.

Desthilata Tirk ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve dosyaya penaberên sûriyeyî bi kar tîne ji bo ku fişarê li hêzên navneteweyî bike da ku pere bi dest bixe û li aliyê din jî demografiya Idlibê, Efrîn, Ezaz, Bab, Cerablus, Girê Spî û Serêkaniyê yên ku dagir kirine, biguherîne.

(şx)

ANHA