Heyva Sor a Kurd navendeke tenduristiyê vekir
Heyva Sor a Kurd li ser rêya navneteweyî ya li başûrê bajarê Çilaxayê navendeke xwe vekir.
Li bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê nexweşxane tune ne, lê tenê navendeke tenduristiyê heye ku bi derfetên kêm xebatên tenduristiyê ji şêniyan re pêşkêş dike.
Ji ber pêwîstiyê Heyva Sor a Kurd a bi navendeke tenduristiyê li ser rêya navneteweyî ya li başûrê bajêr vekir.
Di navendê de, ambulansek ku bi tevahî amûrên pêwîst hatiye amadekirin, ji bo ku bikare bi rewşên awarte re mijûl bibe û nexweşan bigihîne nexweşxaneyên li bajarên din, 3 paramedîk û 2 hemşîre hene. Xebatkarên tenduristiyê li gorî sîstema nobetdariyê 24 saetan li ser kar in û di rewşên awarte de jî bi odeya emeliyatan a Hevya Sor a Kurd a li bajarê Qamişloyê re di nava peywendiyan de ne.
Endamê rêveber ê Meclisa Tenduristiyê ya bajarê Çilaxayê Zubeyr Omer got: "Tevî derfetên kêm jî em dikarin bi rewşên awarte re mijûl bibin."
Paramedîk Sahr Ebas jî anî ziman ku bi vekirina navendê dixwazin xebatên tenduristiyê yên lezgîn, bi taybet ji bo qezayên trafîkê, ji şêniyan re pêşkêş bikin û got: "Em dixwazin nexweşxan bi lez bigihînin nexweşxaneyan û wan ji mirinê xilas bikin."
Şêniyê bi navê Yasir Mihemed ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku li bajêr xebatên tenduristiyê kêm in. Li gorî Mihemed vekirina navendê gelekî girîng e û daxwaz kir ku nexweşxaneyek li bajar were vekirin.
Heyva Sor a Kurd ji bo ku şênî xwe bigihînin navendê, ev hejmarên telefonê diyar kirine: 0935 288 541, 0996 877 447, 0932 125 933
(şx/bb)
ANHA