‘Me çawa DAIŞ têk bir em ê li hember dagirkeran jî bi ser bikevin’

Jinên ji kantona Minbicê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker sûcên Ii dijî mirovahiyê û zarokatiyê dike û got çawa DAIŞ`ê li herêmê bi bin ket, dewleta Tirk jî nikare axa herêmê dagir bike.

‘Me çawa DAIŞ têk bir em ê li hember dagirkeran jî bi ser bikevin’
8 mijdar, 2024   06:10
MINBIC

Jinên ji kantona Minbicê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nikare vîna gelê herêmê bişkîne.

Sîham Himêdî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li dijî herêmê de sûcên herî hovane li dijî zarokan kirin û wiha domand: "Em ji axa xwe dernakevin. Em bi hêzên xwe yên leşkerî re ne."

Sîhamê destnîşan kir ku gelê herêmê li hember siyasetên dagirkirinê, berxwedan hilbijartî ye û serî ji dijmin re natewîne û heta dagirkerî ji axa Sûriyeyê bê derxistin, berxwedana wan berdewam e.

Fatme El Mihemed jî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û got: "Em ê heta dilopa xwîna dawîn li ber xwe bidin. Dagirkerî nikare moralê me bişikîne. Em bi biçûk û mezinên xwe axa xwe biparêzin û di oxira wê de, şehîdan bidin."

Menal Hilal jî bal kişand ser sûcên dewleta Tirk li dijî zarokan û diyar kir ku dagirker ew bi rêya wan êrişan, dixwaze şêniyan bitirsîne.

Yusra Henînî bi bîr xist ku dewleta Tirk sûcek li dijî zarokên li kantona Minbicê kir ku di encamê de zaroka bi navê Fereh El Berho şehîd bû û hejmarek zarok birîndar bûn.

Yusrayê wiha domand: "Gunehê me çi ye, çima dewleta Tirk êriş herêmên me dike? Ger bawer dike bi van êrişan dê vîna me têk bibe, ew şaş e. Em ewqas bi hêsanî dev ji axa xwe bernadin û nahêlin dagirkerî tevliheviyê li herêmê me derxe. Me şerê çeteyên DAIŞ`ê kir û me ew tune kir. Em nahêlin dewleta Tirk herêmên me dagir bike."

(şx/bb)

ANHA