Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin

Ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî heya niha ji Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, Zanîngeha Kobanê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) a Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo beşên şano, sînema û mûzîkê 53 xwendekar hatine qebûlkirin.

Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
Heya niha 53 xwendekar ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî hatine qebûlkirin
6 cotmeh 2024   11:44
QAMIŞLO
BAZ MORDEM

ji bo xwendekarên ku dibistana amadeyî bi dawî kirine û derbasî zanîngehan bibin di navebara 16 û 21’ê îlonê (2024) de, ezmûn hatin çêkirin.

Ji bo xwendekarên ku dibistana seredayî û navîn qedandine jî di navbera 22 û 30’ê îlonê (2024) de li Qamişlo, Kobanê û Şehbayê ezmûnên jîrweriyê hatin çêkirin.

Ji bo Peymangeha Bilind a Hunerî heya niha ji Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, Zanîngeha Kobanê û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-D) a li Kantona Efrîn-Şehbayê ji bo beşên şano, sînema û mûzîkê 53 şagirt hatine qebûlkirin.

Li gorî agahiyên ku rêveberên TEV-ÇAND û Desteya Çandê dane ANHA’yê heya niha ji bo beşa mûzîkê 22 kes, ji bo sînema 21, ji bo beşa şano jî 10 kes, bi giştî 53 kes di ezmûna jîrweriyê re derbasbûne û hatine qebûlkirin.

Hate diyarkirin ku kesên tevlî ezmûna jîrweriyê nebûne şensek hatiye dayîn û di 5’ê Cotmehê (2024) de li navenda Peymangeha Bilind a Hunerî ya li bajarê Dêrikê, ji bo ezmûna jîrweriyê, wê bên qebûlkirin.

Dema xwendina peymangehê wekî 3 sal hatiye diyakirin û wê ji 70 û 90 şagirtan qebûl bikin. Temenê xwendinê jî wekî ji 18 heta 26 saliyê hatiye diyarkirin.

ANHA