17 558 kes ji Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Heya niha 17 hezar 501 Sûriyeyî, 46 Lubnanî û 11 cenaze ji ber şerê li Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne.

17 558 kes ji Lubnanê hatine Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
6 cotmeh, 2024   11:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Maseya Krîzê ya ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji bo kesên ji Lubnanê tên, hatiye avakirin, heya niha 17 hezar û 558 kes ji Lubnanê hatine.

Li gorî maseyê, hejmara kesên ji ber şerê Îsraîl û Hizbullah ji Lubnanê hatine herêmê wiha ye:

Hejmara mêran 6 hezar û 114

Hejmara jinan 5 hezar û 587

Hejmara zarokan 5 hezar û 800

Hejmara Lubnaniyan 46

Hejmara cenazeyan 11

Kesên ji Lubnanê tên li gel xizmên xwe dimînin û yên xizmên wan li vir nin in li navendên bicihbûnê tên bicihkirin.

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê ji bo kesên ku dixwazin ji ber şer biçin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyên şopandina ava kirine. Nûnertiyê bi hevkariya Komeleya Çanda Civkî ya Newroz a li Beyrûtê vegera wan hêsan dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.

Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kiriye ku wan bi cih dike û pêdiviyên wan pêşwazî dike.

Li aliyekî din Heyva Sor a Kurd li gelek bajaran konên komkirina alîkariyan ji bo kesên ji Lubnanê tên, vedane.

(bb)