Hevserokê Şaredariyên Şehbayê hişyarî da

Piştî rawestandina perwerdeyê li dibistanên kantona Efrîn û Şehbayê ji ber dorêça hikumeta Şamê, Desteya Şaredariyan a herêmê hişyarî da û got eger dorpêç bidome dê gel bi aloziyên jiyanî re rû bi rû bimîne.

Hevserokê Şaredariyên Şehbayê hişyarî da
26 mijdar 2023   15:47
ŞEHBA
ZÊNEB ŞÊXO

Hikumeta Şamê dorpêçeke giran daniye ser kantona Efrîn û Şehbayê û nahêle madeyên xwarinê, pêdiviyên zarokan û sotemenî derbas bibin.

Di encama tunebûna sotemeniya pêwîst ji bo veguhastinê û qutbûna kehrebeyê, perwerdeya li dibistanan hat rawestandin.

Hevserokê Desteya Şaredariyan a kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo têkildarî mijarê axivî û got: “Rewşa şaredariyê pir dijwar e. Erka me xizmetkirina gel e. Lê em ji ber dorpêçê gelek zehmetiyan dikişînin. Ev ne cara yekê ye ku hikumeta Şamê dorpêçê datîne, ev 6sal in dorpêç heye.”

Şêxo destnîşan kir ku hikumeta Şamê careke din dorpêça li ser herêmê şidandiye, lewma proje û bernameyên şaredariyan rawestiyane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê dawiyê ji ber dorpêçê û nebûna sotemeniyê, me projeyên xwe yên avakirin û sererastkirina rêya rawestandin. Me biryar dabû ku projeyên xwe li gor plansaziyê xwe beriya zivistanê bi dawî bikin, lê dorpêç rê li pêşiya hewldanên me girt. Ev 3 roj in saetên dayîna kehrebeyê ji 4 saetan bo 2 saetan hatine kêmkirin.”

Li gor nûçegihana me, li Şehbayê kehrebe bi temamî qut e.

Şêxo hişyarî da û anî ziman ku eger dorpêç bidome, nexasim di demsala Zivistanê de dê aloziyên mezin bên jiyankirin.

Şêxo bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku dawî li dorpêçê bînin û got: “Heke dorpêç ranebe, dê aloziyên cidî rû bidin. Divê rêxistinên mirovî bikevin nava liv û tevgerê.”

(şx/c)

ANHA