14 hezar û 500 xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane

Li Herêma Şehbayê ji ber dorpêça hikûmeta Şamê 14 hezar û 500 xwendekar ji perwerdeyê bê par man e.

14 hezar û 500 xwendekar ji perwerdeyê bêpar mane
26 mijdar, 2023   15:08
ŞEHBA

Li herêma  Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê, Desteya Perwerdê û Hîndekariyê ya kantona Efrîn û Şehbayê giştnameyek derxist û biryara rawestandina perwerdeyê li dibistanan û Peymangeha Şehîd Viyan Amara da.

Bi vê yekê, 68 dibistan û Peymangeha Şehîd Viyan Amara yên li herêmê hatin girtin û 14 hezar û 500 xwendekar ji perwerdeyê bêpar man.

(he)

ANHA